Li Erdîşê qirkirina siyasî hate protestokirin
Li Erdîşê serdegirtina malan, destgîrkirin û girtin bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de Leyla Guven jî hate silavkirin.
Li Erdîşê serdegirtina malan, destgîrkirin û girtin bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de Leyla Guven jî hate silavkirin.
Li Erdîşa Wanê di nava 2 mehên dawîn de polîsan girtin ser 200 navnîşanan. Di van serdegirtinan de 70 kes hatin girtin. Li pêşiya avahiya navçeyê ya Erdîşê ya HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Hevserokên bajêr ên HDP û DBP’ê, parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan û gel tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
‘BI POLÎTÎKAYA ŞER WELAT XISTIN KRÎZÊ’
Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan diyar kir ku di 2 mehên dawîn de polîs û leşkeran li Erdîşê girtine ser 200 cihan. Orhan got ku, “AKP girtin û destgîrkirinê polîtîkaya xwe ya îmhakirinê didomîne. Di nava 3 salên dawîn de dixwaze hemû kesên mûxalif têxe bin bandora xwe. Bi înkarkirina doza Kurdan û polîtîkayên şer welat ketiye nav krîzeke siyasî û ekonomîk.”
LEYLA GUVEN HATE SILAVKIRIN
Orhan berxwedana Leyla Guven silav kir û bal kişand ser hilbijartina herêmî û got ku, “Gelê me ew ê xwedî li îrade û dahatûya xwe derkeve û ew ê jiyana ku rejîma faşîst û feraseta qeyûman red bike.”