Li Enqereyê polîsên teror meşandin, numareyên qasqên xwe vedişêrin

Li Enqereyê polîsên teror meşandin, numareyên qasqên xwe vedişêrin

Di çalakiyên Parqa Gezî ya Taksîmê de yên li Enqreyê de derket holê ku polîsên ku bi sedan kes birîndar kirin ji bo ku sûcên xwe veşêrin numareyên qasqên xwe bi stîcker an jî pênûsên keçeyî boyax dikin û numareyan vedişêrin.

Çalakiyên duh j îli Enqereyê berdewam kir, dîsa polîsan teror meşand.  Çalakvanan bi keviran bersiv da polîsan û Qada Kizilay veguherî qada şer. Ligel terora bombeyên gazên  polîsan bi çalakvanan re nekarî bi ser bikeve û polîs neçar ma vekişe.

Nîvê şevê dîsa li qadê pevçûnan dest pê kir.  Pevçûnên bi êrîşa polîsan dest pê kir, heta saetên serê sibê berdewam kir.

Li bi sedan kes birîndar bûn û kesek jî xetereya jiyana wî didome.  Derket holê ku polîs ji bo ku sûcê kiriye veşêre, polîsan numareyên ser qasqên xwe bi stîcker û pênûsên keçeyî serê wan girtine.