Li Enqereyê êrîşa tund ya polîsan didome

Li Enqereyê êrîşa tund ya polîsan didome

Li Enqereyê polîsên ku tund êrîşî çalakvana kir û gelek kes darp kirin, piştre jî binçavkirin.

Bi armanca piştevaniya bi çalakiyên li Parka Gezî ya li Taksîmê pevçûnên bi dirêjahiya rojê li Enqereyê domkirin, bi tarîbûna cîhanêre polîsan tund êrîş kir. Di bûyerê ku zêdetirî sed kes birîndar bûn de, polîsan bombeya gazê avête Yeketiya Mulkiyeyan ku weke revîr dixebite. Polîsên ku bombe avêt kêm dît, kete avahiyê birîndar jî di nav de li hemûyan xistin. Weke din jî du jinên ku wesayîta polîsan lê xist, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, li Qada Kizilayê gelek birîndar hene, hate ragihandinku ji ber gaza zêde ambulansan nekarî bikevin qadê.

Hate hînbûn ku, polîs ketin nava kafeyên li Kolana Konu û hemû kesin di hundir de darp kirin û binçavkirin. Hate dîtin ku, polîsan leza xwe negirt û welatiyên ku li balxonên xwe piştgirî dane çalakiyan jî bombeyên gazê avêtinê. Polîsan Avahiya CHP’ê ya bajarê Enqereyê ya li Parka Guven dorpêç kirin û gelek bombeyên gazê avêtin avahiyê. Li ser Rêya Meşrutiyetê pevçûnên tund lê rû didin, hate diyarkirin bûyer gihane Mîthatpaşayê jî.