Li Enqereyê çalakî: 10 hezar meşiyan Kizilayê

Li Enqereyê çalakî: 10 hezar meşiyan Kizilayê

Bi 10 hezaran kes bi boneya piştgiriyê bidin çalakvanên Parka Geziyê û mudaxaleya polîsan a li dijî çalakvanên Geziyê şermezar bike meş pêk anîn.

Nêzî 50 hezar kesên ku li hev kom bûn, heta qada Kizilayê meşiyan. Li gel ku hemû rêyên diçûn qada Kizilayê ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatin girtin jî girse meşiya qadê û barîkatên polîsan li pêş xwe rakirin.

Bi 10 hezaran kesên ku bi polîsan reketin pevçûnê barîkata polîsan ji pêş xwe rakirin û ketin qada Kizilayê. Polîsên li Qada Kizilayê jî xwe dan alî.

Meşa 10 hezaran kesan a Qaka Kizilayê didome. Çalakvan keviran davêjin avahiya Wezareta Perwerdehiyê.