Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin

Polîsên Tirk di danê sibehê de li Enqereyê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 4 endamên ESP’ê binçav kirin.

Îro di danê sibehê de polîsan li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên bi navên Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlu û Burcu Durak hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî birine Şaxa TEM'ê ya Enqereyê. Sedema binçavkirina endamên ESP'ê nehat zanîn.

Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Kahraman Yilmaz hene û dê di roja duşema pêşiya me dê emeliyata mejî bûbûya.