Li Enqereyê 10 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Enqereyê 10 kes hatin destgîrkirin.

Li Enqereyê polîsan serê sibehê avêtin ser malan û endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de 10 kes destgîr kirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Enqereyê.

Ji kesên hatine destgîrkirin ên navê wan hate hînbûn: Husamettin Ozden, Mûstafa Sontekîn, Tanjû Kûrûoz, Bulent Kaya, Serokê ESP'ê yê Bajêr Mehmet Alî Tosûn, rêveberê HDP'ê yê berê yê Altindagê Salîm Tûran, Huseyîn Taka, Nûriye Taka, Tekîn Çîftçî, Şahîn Bardakçi.