Li Enqere û Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbol û Enqereyê di serdegirtinên malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbol û Enqereyê di serdegirtinên malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, der heqê 44 kesan de bi îdiaya "fînansekirina ji rêxistinê re" û "endamtiya rêxistinê" biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hat girtin û di encamê de herî kêm 35 kes hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Fatîh a Stenbolê. Hate ragihandin ku ji bo binçavkiriyan biryara 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye danîn.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" 33 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka di çarçoveya lêpirsînê de çend kes hatine binçavkirin.