Li Enqere û Rihayê endamên HDP û HDK'ê hatin destgîrkirin
Li Enqere û Rihayê polîsan bi ser malan de girtin, endamên HDP û HDK'ê destgîrkirin.
Li Enqere û Rihayê polîsan bi ser malan de girtin, endamên HDP û HDK'ê destgîrkirin.
Polîsan vê sibê li Enqereyê bi ser malan de girtin, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatma Kiliçarslan û endamê HDK’ê Yahya Dag destgîr kirin. Ji ber di dosyeyê de biryara veşartî hebû hinceta operasyonê nehate zanîn.
Serê sibê li Rihayê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Kaygin, Salîh Şahîn û Ferît Ak ku hatibû destgîkirin wê bînin Enqerê. Tê payîn ku roja Duşemê îfadeya kesên hatine destgîrkirin were girtin.