Li Enqere û Reyhanliyê polîsan mudaxaleyê çalakiyan kir
Li Enqere û Reyhanliyê polîsan mudaxaleyê çalakiyan kir
Li Enqere û Reyhanliyê polîsan mudaxaleyê çalakiyan kir
Li Enqereyê endamên Maln Gel di hefteya yekemîn ya êrîşa Reyhanli de xwestin bimeşin avahiya serokwezirtiyê û li vir rastî mudaxaleya polîsan hatin. Her wiha li navçeya Reyhanli ya Hatayê jî di nava wan de CHP’î jî hebûn komekê ku teqîn protesto dikirin rastî mudaleyê bombeyên gazên hatin.
Endamên Mala Gel yên Enqereyê bi armanca ku êrîşa bombeyî ya li navçeya Reyhanli ya Hatayê şermezar bikin li Cadeya Yukselê bi dirûşmeya ‘Li dijî şer her kes dengê xwe bilind bike’ pêk anîn.
Piştî çalakiyê girseyê xwest bimeşe avahiya serokwezîrtiyê û li vir rastî mudaxaleya tund ya polîsên hêzên çevîk hatin. Di dema bûyeran de gelek endamên Mala Gel rastî êrîşa bi cop a polîsan hatin. Endamên Mala Gel li Cadeya Yukselê ya ku gengeşî lê berdewam kir dirûşmeya ‘Gelê Reyhanli ne tenê ye’ berzkirin.
Li navçeya Reyhanli jî çalakiyeke protestoyî pêk hat. Bi sedan kes tevli xwepêşendanê bûn û di dema xwepêşendanê pevçûn derket. Çalakvanên xwestin barîkata polîs derbas bikin rastî êrîşa polîsan a bombeya gazê hatin. Di nav komê de parlamenterê CHP’ê yê Hatayê Hasan Akgol jî cih girt.