Li Enqere MKE teqîn

Li Febrîqeya Roket û Teqemeniyan a MKE Barûtsan a li Elmadag a Enqereyê teqînekê rû da. Di teqînê de 3 karker birîndar bûn

Li Febrîqeya Roket û Teqemeniyan a MKE Barûtsan a li Elmadag a Enqereyê teqînekê rû da. Di teqînê de 3 karker birîndar bûn.

Di febrîqeya Roket û Teqemeniyan a MKE Barûtsan a li Elmadag a Enqereyê danê êvarî teqînekê rû da. Li gor agahiyên hatin wergirtin, di dema çêkirina barûdê de teqîn pêk hat, karkerên bi navê Bahattîn Topcu, Mevlut Demîrcî û Mustafa Îlhan birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndar bi ambûlansê rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Zekaî Tahîr Bûrak a Elmadag.

Hat destnîşankirin ku talûkeya jiyana birîndaran nîne û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.