Li Enqerê 4 kes hatin destgîrkirin

Çar kesên ji bo meşa HDP’ê ya ber bi Enqerê ve afîş didaleqandin hatin destgîrkirin.

Ji bo ‘Meşa Demokrastiyê’ ya HDP’ê ber bi Enqerê ve ku wê 20’ê Hezîranê bê lidarxistin, afîş hatin didaleqandin. Polîsan rê li xebatên afîş daliqandinê yên li Taxa Tuzlûçayir girtin. Piştre Hevşaredarê HDP’ê yê Mamakê Mûstefa Akkaya jî di nav de 4 kes destgîrkirin. Kesên destgîrkirin birin Amîrtiya Navenda Polîsan a Tûzlûçayirê.

Li ser afîşan nivîsa ‘Ji Demokrasî, Edalet, Aştî, Azadî, Kar û Xwarinê Em bi hev re 20’ê Hezîranê li Enqerê ne’ hebû.