Li Enqerê 4 kes hatin destgîrkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komerê yê Enqerê ve hate vekirin de 4 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqerê ve hate vekirin de avêtin ser mal û bajar. Di serdegirtinên ji aliyê tîmên girêdayî Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Enqerê ve hate kirin de Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Ayten Karaman, muzîkjenê Kurd Bahoz Aslan û du kesên paşnavên wan nehatin zanîn ên bi navê Halîl û Îsmaîl hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku lêpirsîn bi îdîaya ‘li ser navê rêxistinê kar kirin’ hatiye vekirin û li ser dosyayê biryara sînordarkirinê jî heye.

Parêzeran bi muwekîlên xwe yên hatine destgîrkirin re hevdîtin kiriye lê têkildarî dosyayê agahî negirtin.e Parêzeran anî ziman ku yên ku hatine destgîrkirin wê di nava hefteya pêşiya me de sewqî dozgeriyê bikin.