Li Enqerê 3 kes hatin girtin

Li Enqereyê 3 kes bi îdîaya ‘endamê rêxistin’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ hatin girtin.

Li Enqereyê di 27'ê Mijdarê de 3 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Ji 11 kesên danê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin Seydi Fırat, Sadik Yildiz, Baran Baykan, Barış Ozdemir, Nezir Karaman û kesê bi navê Cengîz ê paşnavê wî nehat zanîn piştî îfadedayîna li dozgeriyê hatin berdan û Hande Kaya û Celal Demir jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Fatma Kinali, rêveberê HDP'ê yê Mamakê Sinan Çiftçi û xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Zekî Karavîş bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandakirina rêxistinê" hatin girtin.