Li Elmanyayê rûniştina doza siyasetmedarekî Kurd pêk hat

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Şemsettîn B. pêk hat.

Rûniştinê saet 9'an dest pê kir û Şemsettîn B. tevî parêzerê xwe Elke Nîll tevlî bû.

Ridvan O. ku di çarçoveya bernameya parastina şahidan de ye û li dijî siyasetmedarên Kurd îfadeyê dide bi tedbîrên bilind ên ewlekariyê tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê ji 16'ê Tîrmehê ve li 'îtirafkar' Ridvan O. guhdarî dike. 'Şahidê tê parastin' bersivên dirêj û ji hev nakok dide pirsên serokê dadgehê û dozger. Vê carê jî ji bo wêneyên ku jê re hatin nîşandan got, 'ne eşkere ne'. Heman kesî di rûniştina beriya niha de Şemsettîn B. ji wan wêneyan 'teşhîs' kiribû.

Ridvan O. di rûniştinê de li xwe mikur hate ku beriya niha bi polîsan re dixebitî û îdîa kir ku ji ber vê yekê hate revandin.

Di rûniştinê de Ridvan O. diyar kir ku agahiyên wî agahiyên giştî ne û der barê Şemsettîn B. de agahiyeke xwe nîne.

Dozger ji Ridvan O. re got, "Hûn îdîa dikin ku Şemsettîn B. kadro ye, lê belê ew zewicî ye, zarokên wî hene. Tevî malbata xwe li Heilbronnê dijî." Kesê ku got ew bi polîsan re dixebite ji bo vê pirsê got, di vê mijarê de agahiya wî nîne. Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Şemsettîn B. ji 23'ê Tîrmehê re hate taloqkirin.