Li Elmanyayê piştgiriya aborî ya biyaniyan 22 mîlyar euro ye

Li Elmanyayê piştgiriya aborî ya biyaniyan 22 mîlyar euro ye

Wek gelek welatên Ewropayê li Elmanyayê jî teza ‘biyanî barê giran ê aborî yên li ser dewletê ne’ ji aliyê partiyên rastgir û çepgir ve tê nîqaşkirin. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin ku nifûsa ciwan a biyaniyan ji bo Dewleta Elman salê 22 mîlyar baceke zêde pêk tîne û li gorî Elmanan fêdeyek zêdetir tînin.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Weqfa Berteslmann  li Navenda Lêkolîna Aboriya Ewropayê (ZEW) hatiye kirin li Elmanyayê 6,6 mîlyon kesên biyanî fêdeyek mezin didin aboriya welat û serî kesî dahata tê 3 hezar û 300 e. Li gorî lêkolînê qezenca ku biyanî ji bo dewletê didin qezenckirin 22 mîlyar euro ye.

Di lêkolînê de hat gotin ku nifûsa ciwan a biyaniyan li gorî ya Elmanan zêdetir e û bi saya vê maliyeta wê ji bo dewletê kêmtir e. Biyanî di mijara dayîna bacê, birîna civakî û dayîna baca din de, zêdetir fêdeyê didin Elmanyayê.

Lêkolîner Holger Bonîn ku di lêkolînê de cih girt, diyar kir ku asta perwerdeya ciwanên biyanî li gorî ya Elmanan kêmtir e û di rewşa ku bigihêje heman asta perwerdehiyê dê biyanî di alî aborî de bi fêdetir bin.