Li Elmanyayê li dijî Selefiyan hêrs mezin dibe

Li Elmanyayê li dijî Selefiyan hêrs mezin dibe

Li Elmanyaya ji bo komên radîkal ên Selefî yên piştigiriyê didin DAIŞ’ê, hişyariya dibe ku  li dijî alîgirên çeteyan êrîş pêk bê kir. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elman (Verfassungsschutz), îdîa kir ku Selefî dikarin bibin hedefa Şîî, Kurd-Êzîdî û komên din.

Di nûçeya Der Spiegel de  îdîa li gorî nivîsa veşarî ya ji aliyê yekîneya eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve hatiye amadekirin. Di nûçeyê de hat gotin ku li Elmanyayê Selefiyên peywira mîsyona olî girtine ser milê xwe di xetereyê de ne.

Di nûçeyê de hat gotin ku xebatên komên Selefiyên radîkal ji aliyê hinek Kurdan ve  weke ‘propagandaya nayê tehemûlkirin’ a DAIŞ’ê tê dîtin û got: “Kîn û nefreta li dijî DAIŞ’ê hema dikare vala bibe.”

Di nûçeyê de hişyariyên hunermendên hîp-hop û rapê yên li dijî alîgirên DAIŞ’ê jî wek tehdîd tê dîtin. Bero Bass ku li Kolnê hunera rapê dike ji bo hezkiriyên xwe bang kir ku navnîşan û plakayên DAIŞ’ê bidin polîsan. Ev hişyarî jî wek tehdîd hat dîtin.

Kovarê êrîşên sempatîzanên DAIŞ’ê yên l hemberî Kurdan jî bi bîr xist û bi taybet jî bal kişand ser hêrsa Kurdan a li dijî çeteyan.

Heta niha ji Elmanyayê 450 kes tevlî DAIŞ’ê bûne û li Sûriye û Iraqê di komkujiyan de cih girtine. Hejmara yên vegeriyane nêzî 100’î ne. Bi salane cara yekem komên radîkal evqas  rehet li Elmanyayê xebatan dimeşînin.  Komên piştgiriyê didin çeteyan, êrîşî Kurdan kiribûn û li kolanan pevçûn derketibûn.