Li Elmanyayê hevkarên koalîsyonê di kotaya jinê de li hev kirin
Li Elmanyayê hevkarên koalîsyonê di kotaya jinê de li hev kirin
Li Elmanyayê hevkarên koalîsyonê di kotaya jinê de li hev kirin
Li Elmanyayê ev çend hefte ne di navbera partiyên deshilatdar de tê nîqaşkirin ku li şîrketan kotaya jinê pêk bê. Li gorî metna ku wê di 11’ê Kanûnê de di Lijneya Wezîran de bê erêkirin, di 108 şîrketên mezin ên wê ji sala 2016’an şûnde di borsayê de bi bandor bin, rêveberiya wan ji sêyan yek wê jin bin.
Partiya Yekîtiya Xiristiyanan CDU-CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) duh heta derengiya şevê hevdîtin pêk anîn û li ser pêşnûmeya ku ji aliyê Wezîrê Malbatê yê SPD’ê Manuela Schwesig ve hatibû amadekirin li hev kirin.
Di pêşnûmeyê de tê gotin ku di kademeyên rêveberiya 108 şîrketan de divê ji sisêyan yek jin be û di rewşa ku rêveberên jin tune be de divê cihê jinan ji bo mêran neyê dewrkirin. Ev kotaya jinê wê di şîrketên gelemperiyê de derbasdar be û di rewşa ku ev pêk neyê de wê ceza pêk bên.
Li dijî vê pêşnûmeyê ji nava CDU û CSU’yê bertek hene. Parlamenterên her du partiyan diyar kirin ku ferzkirina pêkanîna kotaya jinê ya ji bo hemû şîrketan ne rêbazeke ku divê pêk bê ye.