Li Elmanyayê dengdan didome: Werin ser sindoqan
Li bajarên Elmanyayê ji bo referandûmê dengdan didome. Rayedar gazî dikin ku bila gel werin ser sindoqan û dengê xwe bidin 'NA'yê.
Li bajarên Elmanyayê ji bo referandûmê dengdan didome. Rayedar gazî dikin ku bila gel werin ser sindoqan û dengê xwe bidin 'NA'yê.
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, ji bo referandûma li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya di 16’ê Nîsanê de dengdan didome.
Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên ku ji bajarên wekî Wûppertal, Dûîsbûrg, Solîngen, Monchengladbach, Remscheîd û Velbertê bi otobus û wesayîtan hatin Dusseldorfê, çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Hilbijêran di destê sibehê de ji bo dengdanê dorên dirêj pêk anîn û ji kesên ku hê dengê xwe nedane jî bang kirin ku ji bo pêşîlegirtina rejîma dîktatoriyê bila dengê xwe bidin ‘NA’yê.
Nûnera HDP’ê Ayten Aslaner diyar kir ku ji bo ‘Na’yê gelek sedemên me hene û got, “Ji bo gund û bajarên me yên hatine wêran kirin, ji bo mirovên me yên hatin qetil kirin, ji bo jiyîna di nav civakeke azad de, ji bo azadiya jinan û li hemberî mudaxeleyên ser mafê me yê jiyanê, divê em bibêjin Na.”
Aslaner a ku dengdan û beşdarî ji ANF’ê re nirxand got ku, ji Wûppertal, Dûîsbûrg, Solîngen, Monchengladbach, Remscheid û Velbertê beşdariyeke zêde heye.
Aslaner got ku, “Heta îro li 25 hezar û 145 kes atin ser sindoqên li konsolosxaneya Dusseldorfê. Duh jî nêzî 8-10 hezar kesan dengên xwe dan, ji ber ku girseya me ji xeynî konvoyan bi wesayîtên xwe yên taybet jî tên dengê xwe didin, ji ber vê jî li gorî texmîna min wê hejmar zêdetir bibe.”
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê dengdan didome.
Dengdayîna li Frankfûrtê ya ku yek ji bajarê herî mezin ê Elmanyayê ye, li baxçeyê serkonsolosxaneya Frankfûrtê didome. 10 sindoq li vir hatine danîn û di nava hefteyekê de 22.610 deng hatine dayîn. Li qada hilbijartinê 10 peywirdar û 2 Berdevkên Koordînasyonê yên HDP’ê hene.
Gelê li Kassel, Gîessen, Darmstadt, Hanaû, Offenbach, Russelsheîmê bi konvoyan tên ser sindoqan.
Berdevkê Koordînasyonê Omer Koyûncûer ji ajansa me re axivî û got, “Dengdayîn ev serê 6 rojan e didome û di warê beşdariyê de piçekî astengî hene. Mirov dengdana xwe ji dawiya hefteyê re dihêlin. Di nava hefteyê de dengdan sakîn e lê di dawiya hefteyê de dorên dirêj çêdibin. Mirov dawiya hefteyê bi qefleyan tên. Heta niha girseya me hê nehatiye ser sindoqan. Sistbûnek heye.”
Halîl Bayam: “Ez ji Cizîrê me. Min cara pêşîn dengê xwe da. Min da ‘NA’yê. Ji bo em hesap ji feraseta ku li Cizîrê mirovên me bi saxî şewitandin karibin bibirsin min got ‘NA’. Li hemberî dîktatoriya Erdogan werin ser sindoqan.”
STÛTTGART
Li Stûttgartê jî dengdana ji bo referandûmê didome. Di nava hefteyê de dor tune, lê di dawiya hefteyê de ligel ku 14 sindoq hene jî dorên dirêj pêk tên.
Serokê Rêxistina Stûttgart û Baden Wurttembergê Cahît Oner yê UETD’ê ya ku avadaniya AKP’ê ya Elmanyayê ye û Alîkarê Konsolosxaneya Stûttgartê jî li qada hilbijartinê xwe didin nîşandan.
MANNHEÎM
Ji bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê ji bo dengdanê mirov diçin Konsolosxaneya Karlsrûheyê. Di nava 2 rojan de ji 500’î zêdetir kes çûn ser sindoqan û gotin ‘NA’.
Di nava hefteyê de bi wesayîtên taybet xizmeta gel hate kirin û di dawiya hefteyê de jî bi otobusan xizmet hate kirin.
Platforma Nayê ya Mannheîmê, ji bo 6 rojên ji dengdanê re mane gazî gel kirin û diyar kir ku her roj dikarin werin Navenda Civakî ya Kurdan û bi wesayîtên taybet dikarin biçin konsolosxaneyê.