Li Elmanyayê çalakiyên li dijî tecrîd û dagirkeriyê
Li bajarên Essen û Braûnschweîg ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tecrîd û dagirkeriya Efrînê hate şermezarkirin û raya giştî ya Elmanyayê hate agahdarkirin.
Li bajarên Essen û Braûnschweîg ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tecrîd û dagirkeriya Efrînê hate şermezarkirin û raya giştî ya Elmanyayê hate agahdarkirin.
Li bajarê Essenê yê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Gel stand hate vekirin. Li qada standê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin, belavok hatin xwendin û belavkirin.
Di standê de wêneyên sivîlan jî hatin nîşandan ên ku li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin.
Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê jî çalakiya bi kon hate lidarxistin. Meclîsa Berçem Cîlo ya Salzgîtter, Komuna Zozan Cûdî ya Braûnschweîg û Yekîtiya Hêzên Enternasyonal çalakî organîze kir. Di çalakiyê de qala dagirkeriya Efrînê û zextên polîsên Elmanyayê û yên dewleta Tirk a li dijî saziyên Kurdan hate kirin.
Gelê Elmanyayê eleqeyeke germ nîşanî çalakiyê da û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate kirin.