Li Elmanyayê bîranîna şehîdan

Li bajarên Berlîn û Halleyê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li bajarê Halle yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Civîn li Komeleya Kurd a Halleyê pêk hat û gelek welatparêz tevlî bûn.

Bi navê KOMAW'ê Cûmalî Şaylemez axivî û got, "Nirxên Kurdan ên heyî di Berxwedana 14'ê Tîrmehê de ne."

Li bajarê Berlînê jî gerîlayê HPG'ê Şiyar Gabar ê li Çarçellayê jiyana xwe ji dest da bi grafîtî hate bîranîn.

Komîteya Berxwedanê ya Berlînê ku ji enternasyonalîstan pêk tê, gerîlayê Elman ê li Hamburgê ji dayik bû di salvegera şehadeta wî de wêneyê wî li dîwarekî xêz kir.

Kameramanên malpera înternetê ya bi navê The Lower Class Magazine kêliyên neqişandina grafîtî kişandin. Dîmenê vê yekê jî bi dengê Şiyar Gabar ê di hevpeyvîna bi Stêrk TV re kirin yek û bi vî rengî dîmenek amade kirin.