Li Elmanyayê bi îdîaya propagandakarê DAÎŞ’ê kesek hate binçavkirin

Li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê, kesê bi navê Hasan C. ku bi îdîaya endaman ji çeteyên DAÎŞ’ê re dişîne hate binçavkirin, hate tespîtkirin ku bi endamekî din ê DAÎŞ’ê re ku hefteya bihurî hate binçavkirin ,têkîliyên wî hene.

Di daxuyaniya Dozgeriya Dûîsbûrgê de, hate diyarkirin ku vê sibehê bi ser mal û kargeha Hasan C. de girtine. Ev şexsê ku li Dûîsbûrg-Rheînhaûsen xwedî fîrmayek seyahatê ye, hate destnîşankirin ku bi Khaled H. ê ji ber sûcê endamtiya DAÎŞ’ê hefteya bihurî hate girtin re têkîliyên wî hene.

Khaled H., hefteya bihurî roja Înê bi îdîaya ku li dijî cemaata Sîkh a li bajarê Essenê ketiye nav amadekariyên êrîşî hatibû girtin.

Tê ragihandin ku Hasan C. bi buroya xwe ya seyahatê û qursa Erebî ve propagandayê li ciwanan dike ku tevlî çeteyên li Iraq û Sûriyeyê bibin.