Li Elmanyayê bernameyên 25’ê Mijdarê
Li Elmanyayê bernameyên 25’ê Mijdarê
Li Elmanyayê bernameyên 25’ê Mijdarê
Li bajarê Berlîn, Mannheîm, Stuttgart û Hamburg a Elmanyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê meş pêk hatin. Jinên daketin qadan, şîdeta li ser jinê protesto kirin.
BERLÎN
Li paytexta Berlîn a Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşek pêk hat. Meclîsa Jinan a Destdan Berlîn, Komeleya Alîkariya Jinên Penaber, Jinên Kurd ên li Sûrginê, Cihê Jinên Navneteweyî, Yekîtiya Jinên Penaber û Amora Fora meş organîze kirin û nêzî 600 kesî tevlî bûn.
Di meşê de DAIŞ'a ku komujiyên li dijî jinê pêk tîne û jinê dike kole, hat lanetkirin û her wiha peyamên piştevaniya ji bo jinên ku li Şengal û Kobanê li ber xwe didin hat dayîn. Di meşê de pankartên ‘Ji şîdeta neteweyî, zayendî û her cureyê şîdetê re na’ û ‘ji komkujiya jinan re na’ hat vekirin û meş li Hermmanplat destpê kir.
Bê navber dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana jinan’, 'Bijî berxwedana YPJ’ê’ û ‘Jin ne bi tenê ne’ hat berzkirin û her wiha posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez hatin hildan.
Di meşê de dovîzên Elmanî, Kurdî, Tirkî ku şîdeta li ser jinê vedigot hat hildan. Meş bi mîtînga ku li taxa Neukoln pêk hat bi dawî bû. Di axaftinên ku li vir hatin kirin de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
MANNHEÎM
Li Mannheîmê jî meşa 25’ê Mijdarê li qada ber zanîngeha Mannheîm destpê kir. Komên jinên Elman û penaber hatin cem hev û 500 kes tevlî bûn. Navendên Civaka Kurd jî aktîf piştgirî dan meşê.
Çalakgeran şîdeta li ser jinê şermezar kirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hildan. Jinên ku heta qada Markplatz meşiyan bê navber dirûşmên ‘Bijî piştevaniya jinan’ berz kirin.
Di meşê de bal kişandin ser êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengal û Kobanê û her wiha Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SBK) belavok belav kirin. Hat gotin ku taciz û tecawiz zêde bûye li dijî vê divê jin hêza xwe bikin yek û meş heta 19’an berdewam kir.
HAMBURG
Li Hamburgê jî bi armanca 25’ê Mijdarê meşek meşaleyî pêk hat.
Meşa ku ji aliyê Meclisa Jinan a Rojbîn, AtesH, Tevgera Jinan a Demokratîk ya Ewropayê, Courage, MLPD, Modaran, Komîteya Sor a Jinan, SKB û Jinên Nûve hat organîzekirin saet di 18.00’an de li Hachmannplatz dest pê kir.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê jî meşek pêk hat. Meşa ku ji gelên cuda jin yên wekê Elman, Kurd, Tirk, Ereb, Fars tevli bûn, bi şîara ‘Li hemû cîhanê şîdeta li ser jinê bide sekinandin-bi Kobanê re piştevanî’ hat organîzekirin.
Jinên saet di 16.00’an de li Stadtmîtte dest bi mîtîngê kirin, axaftinên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî, Farsî hatin kirin. Berwedana Kobanê hat slavkirin û banga piştevaniyê hat kirin.