Li Elmanya û Kanadayê banga bikaranîna dengê NA hat kirin
Li 13 bajarên Elmanyayê li sefaretxaneyên Tirkiyeyê bikaranîna dengan heta sibê saet 21:00'an, bi dawî bibe. Li Kandayên bi karanîna dengan didome.
Li 13 bajarên Elmanyayê li sefaretxaneyên Tirkiyeyê bikaranîna dengan heta sibê saet 21:00'an, bi dawî bibe. Li Kandayên bi karanîna dengan didome.
Kurdistanî û derdorên demokrat di dema bikaranîna dengan de xebatek zêde birêve birin û ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan gel hatin teşwîqkirin.
Hilbijêrên ku li Koln û derdora wê dijîn, tenê ji bo dengdayînê rojek maye ku îro di saetên sibê de çûn seferatxaneya Tirk û dengê NA bikar anîn.
Kurdistaniyên ku li bajarê Gûmmersbachê dijîn vê sibehê standa 'NA' vekirin û di derbarê 'Çima bêjin NA' de belavok belavkirin.
Kurdistaniyan, tenê ji bo bikaranîna dengan rojek ji mabe, kurdistanî û derdorên demokratîk bang li kesên ku dengê xwe bikar neanîne kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin û denê Na xurt bikin.
KANADA
Li Kanadayê bikaranîna dengan di 7-8-9'ê Nîsanê de pêktê. Komîsyonên herêmî ku li tevahiya welat hatine avakrin, xeabtên xwe bi şêweyekî sererast birêve dibin.
Di 5 sindoqên ku li seferatxaneya Tirk a li Tronrtoyê hatî vekirin de, di roja 1 de 2140 hilbijêr deng bikaranîne.