Li Elmanya û Fransayê pîrozbahiyên Newrozê

Li bajarên Darmstadt û Kolnê yên Elmanyayê û li bajarê Mulhouse yê Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê meşa Newrozê ji Luisen Platzê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan piştî meşê li Luisen Platzê li hev civiyan, agirê Newrozê dadan û govend gerandin.

Parlamenterê Partiya Çep ê Hessenê Jan Schaulauske li qada Newrozê axivî û Newroz li gelê Kurd pîroz kir.

KOLN

Newroz li Kolnê bi meşekê hate pîrozkirin. Ciwan ji Zulpicher Platzê dest bi meşê kirin û heta avahiya Autonomes Centrumê meşiyan. Di pîrozbahiya nava avahiyê de Hozan Seyîdxan, Bulent Tûran, Hozan Lokman û koroya zarokan derketin ser dikê.

Qisekeran jî ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê bang kirin û xwestin agirê Newrozê bê geşkirin.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouse yê Fransayê bi meşeke bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyama Newrozê ya KONGRA GEL hate xwendin.

Nêzî 300 kes tevlî çalakiyê bûn û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.