Li Elmanya û Fransayê ji bo Gezî meş hatin lidarxistin

Li Elmanya û Fransayê ji bo Gezî meş hatin lidarxistin

Piştî gefên Serokwezîrê Tirk Erdogan êrîşa tund a polîsan a li hemberî Parka Gezî  li her cihî rastî nerazîbûna miroovan tê. Bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Parka Gezî li Elmanya û Fransa meş hatin lidarxistin.

Li  Manneheim Wasserturm a Elmanya  ji aliyê Komeleya Çand a Kurd a Manheim, AABF, AGÎT, AGÎF, Partîzan û MLKP’ê ve meşek hat organîzekirin.  Bi sedan kes beşdarî Meşa Piştevaniya ji Taksîmê re  bûn.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji rêberên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, al û pankart hatin vekirin û meş bi dirûşmayan heta Maktplatz’ê berdewam kir.

Piştî meşê li Marktplatzê mitîngek hat lidarxistin. Di daxuyaniya komîteya organîzekirina mitîngê de şîddeta polîsên Tirk hat şermezarkirin û hat xwestin ku daxwazên berxwedêrên Parka Gezî werin bicihanîn.

Mitîng, bi dirûşmayên  ‘Bijî Serok Apo’, ‘Her Cih Taksîm’, ‘Faşîst Erdoğan’ bi dawî bû.

Li bajarê Nantes ê Fransayê jî bi tevlîbûna bi sedan Kurdistaniyan meşeke dirêjiya wê 2 kîlometre pêk hat. Di meşê de têkildarî berxwedana Parka Gezî û Rêberê Gelê Kurd dirûşm hatin gotin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên şoreşger Sakîne, Ronahî û Rojbîn ku di 9’ê çileyê de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin vekirin û pankartên der barê ronîkirina qetlîamê de hatin hilgirtin. 

Piştî meşê li Qada Place Royal daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hemberî zîhniyeta tekperest a AKP’ê çi li Kurdistanê çi li Tirkiyeyê û çi li Ewropayê bi berxwedanê bersiv hatiye dayîn, her wiha AKP’ê di aliyê demokratîkbûyînê de  bi qasî ku tu gav neavêtiye hewl dide muxalifan bi zextan bêdeng bike, lê belê li her cihî bersiva pêwîst wergirtiye.  Di daxuyaniyê de di heman demê de Qetlîama Parîsê tevî ku 5 meh di ser re derbas bûye jî ji aliyê hukûmeta sosyalîst  ve ku nehatiye ronîkirin hat şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmayan ji qadê veqetiya.