Li Elmanya û Fransayê çalakî: Efrîn ne bi tenê ye!

Li bajarê Munîh ê Elmanya û li bajarê Fransa Marsîlyayê çalakiya Kurdistaniyan a ji bo Efrînê didomin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, îro jî çalakiya Kurdistanî û dostên wan a ji bo Efrînê dewam kir.

Gel ji bo protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê li pêşiya Serokwezirtiyê li hev civiyan û  alên PYD, YPG/YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Dîktator Erdogan’ , ‘Faşîst Erdogan’ , ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve’, ‘Bijî Efrîn’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ berz kirin.

Çalakî li pêşiya sefaretxaneya DYA’yê didome. Li vir axaftin hate kirin û daxwaz hate kirin ku komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê were sekinandin û banga ‘Nebe hevkarê komkujiyan’ hate kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê li ser banga NCDK meşek hate lidarxistin. Kurdistanî li Qada Canebierê li hev civiyan û ber bi Vieux Partê meşiyan. Di meşa ku jinan pêşengtî dikir de bê navber dirûşmeyên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ û ‘Her der Efrîn her der berxwedan’ hate qîrkirin.

Hevserokê NCDK’ê ya Marignane Ercan Emekçi axivî û got ku wê Efrîn ji bo faşîzmê bibe goristan.

Li gara trenê ya Marsîlyayê jî dibin pêşengtiya ciwanên Apoyî de bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê çalakî hate lidarxistin.