Li Elmanya û Awûstûrya çalakiyên Çarşemê

Li Elmanya û Awûstûrya çalakiyên Çarşemê

Li bajarên Hamburg û Dusseldorf ên Elmanya û li paytexta Viyana ya Awûstûrya ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê çalakiyên, “Bêdengiya wê ji hevpariya we ya sûc e” hatin lidarxistin.

Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez çalakiyên her hefte bi daxwaza “çalakiyên ronîkirin û edaletê” her hefte tên lidarxistin vê hefteyê jî dewam kirin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn ve hat organîzekirin, li Altona Merkado pêk hat. Dirûşmayên, “Em hemû Sakîne ne”, “Sakîne namirin” hatin gotin û wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hilgirtin.  

Yek ji nûnerên Meclîsa Jinan a Rojbîn Agnes Von Alvensleben bang li rayedarên Fransa kir da ku komkujiyê ronî bike.

Di çalakiya ku Elman jî beşdar bûn bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li gel vê di çalakiyê de komkujiyên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanya jî çalakiya, “em edaletê dixwazin” pêk hat.

Çalakiya vê hefteyê ya li ber Konsolosxaneya Fransiz ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd-Cenî û Meclîsa Jinan a Arjîn a Dusseldorf organîze kir li gel Kurdên li Dusseldorf û derdora wê endamên Meclîsa Gel a Duîsburg jî amade bûn.

Di çalakiyê de hat xwestin ku fail derkevin holê û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Rojava û Şengalê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyana jî di pêşengiya Komeleya Jinan a Kurd-AVESTA de çalakî pêk hat.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransa de gelek belavokên têkildarî komkujiyê hatin belavkirin.