BI DÎMEN

Li Elmanya, Îngilîstan û Swêdê çalakî: Terorîst Tirkiye!

Li welatên Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyan û xwedîderketina li xwerêveberiyê dewam dikin.

Li welatên Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyan û xwedîderketina li xwerêveberiyê dewam dikin.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, li mezintirîn balafirgeha vî welatî Heatrowê dewleta Tirk hat şermezarkirin. Komek ji 50 endamên Meclîsa Jinê ya Roj, duh êvarê li balafirgehê li hev civiya û bal kişandin ser rewşa birîndarên li Cizîrê ku ev 8 roj in ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Çalakgeran pankartek bi zimanê Îngilîzî ya bi nivîsa "Dewleta Tirk bombeyan li Kurdan dibarînin" vekirin.

KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, civaka Elewî bi desteka pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiya greva birçîbûnê ji bo 3 rojan da destpêkirin. Di daxuyaniya li ser grevê de hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê ya duh li Sûriye û Iraqê bi bahaneya DAIŞ'ê bombe li Kurdan dibarand, îro li Tirkiyeyê dîsa bombeyan li Kurdan dibarîne." Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em xwedî li daxwaza azadî, wekhevî, biratî û aştiyê ya Kurdan derdikevin."

BONN: Li paytexta berê ya Elmanyayê Bonnê jî, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Erdogan-Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne meşek lidar xistin. Polîsên Elman dest li çalakiya li Frankenbadê destpê kir werdan û ev yek weke hevkariya rêveberiya Elman bi dewleta Tirk re hat nirxandin. Meş bi mîtînga li Frîedenplatzê piştî xwendina belavokên NAV-DEM û CENÎ bi dawî bû.

DORTMÛND: Li bajarê Elmanya Dortmûndê, li ser banga YJK-Elmanya û NAV-DEM'ê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Girseya gel a li Reînoldkîrche li hev civiya, kon veda û wê 3 rojan li ser mijarê raya giştî agahdar bikin. Ji bo meşa navendî ya îro li ber Dêra Domê ya Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

STOCKHOLM: Kurdistaniyan li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li kolana Drottîngatan a li paytexta Swêd Stockholmê devê xwe bi bantê girê dan. Çalakgeran hem êrîşên dewleta AKP'ê li hemberî Bakurê Kurrdistanê hem jî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê li pêşberî van operasyonên qirkirinê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan di çalakiyê de belavokên li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdan dike, belav kirin. Sibe jî wê saet di 14:00 de li meydana Medborgarplatsenê çalakiyek bê lidarxistin û banga beşdariyê hat kirin.

...