Li Elmanya, Hollanda û Yewnanîstanê çalakiyên ji bo Ocalan

Li bajarên Berlîn û Bonnê yên Elmanyayê, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Berlîn û Bonnê yên Elmanyayê, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Kurdên li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Meş ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hate organîzekirin û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DESTDAN hate lidarxistin. Di meşê de komkujiya ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kir, hate şermezarkirin. Komek ji Kurdistaniyên ji rojhilat jî tevlî meşê bû.

Parlamenterê Dîe Lînke yê Parlamenta Eyaleta Berlînê Hakan taş jî beşdarî beşa li Hermannplatzê bû û ji Kurdistaniyan re axivî.

Kurdistaniyan li pişt pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" dest bi meşê kirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Li dû meşa du saetan, çalakî li ber avahiya Şaredairya Neûkolnê qediya.

BONN

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bonn ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Navendên Civaka Demokratîk ên li Koln, Bonn û Dusseldorfê çalakî organîze kirin û Kurdistanî û dostên wan ên li van bajaran tevlî bûn. Meşê ji Mulheîmer Platzê dest pê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Kurdistanî piştî meşa saetekê vegeriyan cihê jê dest pê kirin e û li vir mîtîngek pêk anîn.

Hevserokê PYD'ê yê Bonnê Saleh Çawiş li vir peyivî û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê be jî, felsefeya wî li derve ye û li her qada jiyanê bi gelê Kurd re ye.

Di meşê de ji bo dilsoziya bi Ocalan re bê navber dirûşm hatin qîrîn. Mîtîng bi stranên Hozan Comerd qediya.

ATÎNA

Kurdistaniyên li meydana Syntagma ya paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin û belavok belav kirin.

Girseya gel berêvarê dest bi meşê kir û bi navê Meclîsa Gel a Atînayê û Meclîsa Jinê bi zimanên Yewnanî û Kurdî axaftin hatin kirin. Qisekeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Meclîsa Gel a Lavrîonê jî meşek li dar xist. Meşê ji kampa Lavrîonê dest pê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Daxuyaniyek hate dayin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

AMSTERDAM

Ji bo azadiya Ocalan li paytexta Hollanda Amsterdamê jî meşek hate lidarxistin. Bi qasî 300 Kurdistanî û sosyalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin.

Çalakî bi mîtînga li Mûseûmpleînê qediya.