Li Elmanya hejmara Selefiyan zêde dibe
Li Elmanya hejmara Selefiyan zêde dibe
Li Elmanya hejmara Selefiyan zêde dibe
Teşkîlata Parastina Destora bingehîn a Federal diyar kir ku di du salên dawî de di hejmara Îslamiyên radîkal de zêdebûn çêdibe.
Serokê Teşkîlata Parastina Destora bingehîn a Federal Hans-Georg MaaBen ku di daxuyaniya ji rojnameya Westfalenpost’ê re kirî de hejmara Selefiyan ku di 2011’ê de 3 hezar û 800 bû, gehiştiye 5.500’dan û diyar kir ku zêdebûnekî mezin berdewam dike.
Rayedarên Elman bal kişandine ser ku herî zêde Selefî li Eyaleta Bakurê Rhein Westfalia’yê dijîn . Diyar kirin ku li Bakurê Rhein Westfalia’yê 500 hezar Selefî dijîn û ev hejmar di sala dawî de ji sedî 50 zêde bûne.
Wezîrê karkerên Eyaleta Bakurê Rhein Westfalia’yê Ralf Jager ku ji rojnameya Westfalenpost’ê re daxuyanî dayî diyar kir ku zêdebûna hejmara Selefiyan ‘fikaran çêdike’.
Teşkîlata Parastina Destora bingehîn bal kişande ser li Elmanya bi teybetî ciwanên Selefî di nava vê salê de ji bo ku li Sûriyê şer bikin,çûne Sûriyê.