Li Elmanya bi deh hezaran kes darbeya AKP/Qesrê şermezar kir

Li gelek bajarên Ewropa qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê pêk anî hate şermezarkirin.

SAARBRÛCKEN

Li Saarbrûcken a Elmanya bi hezaran kes bi meşekê qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kirin. Di meşê de seraqet dirûşmên ‘’Kujer Erdogan’’, ‘Terorîst Erdogan’’ hatin berzkirin.

Meş li Landwehrplatzê des pê kir û li ber şaredariya Saarbrûcken bû mîtîng.

Mîtîng bi axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk des pê kir. Di axaftinê de hate xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê demildest rabe, rexne li siyaseta krîmînalîzekirinê ya Tirkiyê hate anîn, li hêla din jî domdarkirina qedexeya li ser PKK’ê, sûcdarkirina siyasetvanên Kurd ên li Elmanya ya bi terorîzmê weke siyaseta dirû hate nîşandan.

Wekîlê Partiya Çepgir Thomas Lutze jî di mîtîndê de axivî û girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar kir û got: ‘’Ev di mafê mirovan hilnaye. Tişta ku Tirkiye dike, bi qute kurmancî ‘terora dewletê ye’’ Em weke partî li dijî vê terorê em ê dengê xwe bilind bikin. Ewropa li dijî Rûsya, Îran û hwd. ji ber sedema mafê mirovan dengê xwe derdixîne lê tişta ku Tirkiye dike, nabîne. Ev cot standart e. Divê ji hovîtiya Tirkiyê re, êdî bes e were gotin.’’

Serokê Eyaleta Saarland a Partiya Çepgir jî wiha got, ‘’Cihê dewleta Elmanya ne Tirkiye lê ciwanên Kurd e. Gelê Elman li dijî DAIŞ’ê divê li pişt keç û ciwanên Kurd be. Li şûna Ocalan divê Erdogan têkeve girtîgehê.’’

Li ser navê Partiya Komunîs a Elman Antîfa Saar axivî û her wiha li ser navê Partiya Komunîst Lenînîs Marksîst Elman, li ser navê HDK Ewropa jî axaftin hatin kirin. DFi meşê de danezan hatin belavkirin.

Li Ulm a Elmanya bi pêşengiya HDK-Ulm û Yekîtiya Hêza Demokratîk-Ulm meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku Elman pir tevlê bûbûn, nêzî hezar kes amade bûn. Di çalakiyê de Gerhard Schonfeld axifî û got, kesê ku dipirsin çima Erdogan dîktator e, got, ew dikare êrîşên faşîst û dij demokrasiyê yên li Tirkiyêye.