Li Elmanya, 20 Tirk bi sîxuriyê tên sûcdarkirin
Elmanya têkildarî 20 Tirkan bi îdîaya sixûrtiyê lêpirsînê dike.
Elmanya têkildarî 20 Tirkan bi îdîaya sixûrtiyê lêpirsînê dike.
Diyar bûbû ku hin melayê girêdayî Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Diyanetê (DÎTIB) derbarê Cemeata Gulen hin agahî ji Elmanyayê şandibûn Enqereyê. Dihate gotin ku van meleyan Kurd û muxalîfên Tirkiyê jî dişopandin.
Çapemeniya Elman ragihandibû, ku navên Tirkên ku girêdayî Cemeta Gulen in û ji hêla MÎT’ê ve hatine hazirkirin kirine lîste, nêzî 300 kes li 200 sazî, komele, dibistanan xebatên sîxûriyê kirine. Her wiha paralelî vê Elmanya têkildarî MÎT’ê jî lêpirsîn dabû destpêkirin.
HIKÛMETA ELMAN PEJIRAND
Li gorî nûçeya Deutsche Welle û Dîe Welt, li tevahiya Elmanyayê têkildarî 20 Tirkan bi îdîaya sîxûrtiyê lêpirsîn tê kirin.
Hikûmeta Elman bersiv da pirsên Wekîla Partiya Çepgir Sevîm Dagdelen a têkildarî mijarê û got: "Bi tevahî li ser 20 kesan û gumanbarên ku nayên naskirin, bi îdîaya ku bi fermana hikûmeta Tirk li ser cemeata Gulen xebatên sîxûriyê dimeşînin lêpirsîn tê kirin."
Dagdelen wiha got: "Ji ber sedema hewlesta nermik a ku li prensîbên dewleta hiqûqê nagunce ya têkildarî sûcdariyên sîxûriyê yên DÎTIB’ê, melayên sîxûr ên Erdogan ji Elmanya veqetiyan û ji şopandina cezayê xilas bûn."