Li Elkê der barê tenduristiya Ocalan de meş pêk hat

Li Elkê der barê tenduristiya Ocalan de meş pêk hat

Li Elkê der barê tenduristiya Ocalan de meş pêk hat

ŞIRNEX

Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi armanca ku balê bikişînin ser pirsgirêka tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek pêk anîn. Di meşê de hate xwestin ku heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê.

Li Elkê ya Şirnexê bi armanca ku balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan BDP’ê meşek pêk anî.  Şaredarê Elkê Yusuf temel, nûnerên BDP’ê û gelek kes tevli meşê bûn. Meşê ji taxa Tatar dest pê kir. Meşa bi çepik û dirûşmeyan dest pê kir heta Cadeya Cumhuriyetê berdewam kir û piştre daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Seroka navçeya BDP’ê Vahîde Adiyaman daxuyanî xwend û diyar kir ku ji 2011’an heta niha tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Ev 30 sale li ser erdnîgariya me şer dimeşe. Ji bilî agirbesta 4 salan  25 salan şer meşiya. Di nava vê pevajoya şer de bi hezaran kuştinên kiryarnediyar hatin jiyîn. Bi hezaran gund hatin valakirin. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.   Pêngavên ji bo Aştiyê hatin avêtin bê encam man. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de projeya xwe ya çareseriya demokratîk danî holê û diyar kir ku ketine pêvajoyek nû.  Di perspektîfa xwe de da zanîn ku pirsgirêka kurd bi ne biçekan bi rêbazên demokratîk dikare bê çareserikirin û ev jî bi pêngavan mumkune. Ev yek jê vekişîna gerîlayan a derveyê sînorê Tirkiyeyê bû. Gerîla li gorî vê talîmatê kom bi kom vekişiya. Bi vê re pêngava yekemîn bi dawî bû. Lê dewletê di vê mijarê de hêj pêngav neavêtiye.

Adiyaman got divê pêvajoyê de divê her kes xesas tevbigere û got: “Ji bo ku Ocalan bi awayekî aktîftir tevli pêvajoyê bibe divê şert û mercên wî bên başkirin. Divê ji bo tenduristiya wî heyeteke doktoran biçe Îmraliyê. Divê şert û mercên Îmraliyê bên başkirin. Em gelê kurd piştgiriyê didin mîmarê pêvajoyê Birêz Ocalan. Divê ev bêhiqûqiya li hemberî Ocalan bi dawî be.