Li Elkê 3 kes hatin girtin, li Dersimê jî 2 kes hatin destgîrkirin

Dadgeha Tirk hefteya borî ji 8 kesên ku li navçeya Elkê ya Şirnexê destgîrkiribûn, 3 girtin. Li Dersimê jî 2 kes hatin destgîrkirin.

Li Elkê di serdegirtina malan a 5’ê Tîrmehê de Agît Dûrmûş, Azîz Aykût, Ramazan Aykût, Şaban Çokdogan, Şukru Guven, Alî Akdag, Ekrem Yîgît û Selîm abî hatibûn destgîrkirin.

Ramazan û Azaz Aykût ên ji ber nexweşiya penceşêrê bûn hatin berdan, her 6 kesên din roja Duşemê bibin pêşberî dadgehê.

Dozgeriyê ji ber tevlîbûna wan a salên borî ya xwe pêşandan û cezayên terorê her 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Dadgehê biryara girtinê ji bo Alî Akdag, Şaban Çokdogan û Agît Dûrmûş da, her 3 kesên din jî hatin berdan.

Li navçeya Pêrtag a Dersimê jî sibeha Duşemê polîsan bi ser hinek malan de girtin.

Di serdegitinê de endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê Mîthat Kayan ê di mala xwe ya li gundê Dorûyat a girêdayî navçeyê de, Huseyîn Can jî li mala xwe ya li navenda navçeyê de hate destgîrkirin.

Kayan û Can birin Miduryeta Emniyetê ya Dersimê. Her du kes bi sûcê ‘alîkarîkirina rêxistinê’ tên sûcdarkirin.