Li Ege'yê trajediyek din a penaberan

Li Ege'yê trajediyek din a penaberan

Li peravên navçeyên Balikesîr Ayvalik û Bûrhaniye, 2 keştiyên penaber tê de bûn binav bûn. 3 jê zarok cesedê 4 penaberan hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Fikar tê kirin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Karesat, piştî ku sê kesên ji keştiya binav bû xwe rizgar kirin û bi avjeniyê xwe gihandin ser rûyê erdê, derket holê. Hejmara kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn, lê belê heta niha 3 jê zarok cesedê 4 penaberan hatin dîtin. 9 kes jî hatin rizgarkirin.

Hat ragihandin ku tevahiya kesên jiyana xwe ji dest dane Sûriyeyî ne. Fikar tê kirin ku ji ber binavbûna du keştiyan, hejmara miriyan zêde dibe.