'Li Efrînê nirxên mirovahiyê tên parastin'

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomînin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomînin.

HÎLDESHEÎM: Partiya Çep a Elman Dîe Lînke ji bo destekê bide Efrînê li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê mîtîngek li dar xist. Endamên Dîe Lînke li ber dêra Jakobî li hev civiyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî destek da wan. Rîta Kruger li mîtîngê axivî û got, "Gelê Efrînê bi tenê nîne." Parlamenterê Federal ê Dîe Lînke Dr. Jorg-Dîether Wîlhelm Dehm-Desoî jî got, "Ev çalakî ne tenê ji bo Kurdan e. Li dijî DAÎŞ'ê tabûrên jin şer dikirin û hê jî şer dikin. Niha jî Erdogan ê ku bi DAÎŞ'ê re bazariyeke qirêj kir û nivîskarên me xist girtîgehê, êrîş dike. Divê navê PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin. Dijminê me DAÎŞ û Erdogan e. Ew terorîst in. PKK terorîst nîne." Dehm bang li gelê Elmanyayê kir û got, "Di vê kêliyê de li Efrînê jin, zarok, extiyar tên kuştin. Wan li dijî DAÎŞ'ê ji bo azadî, nirxên mirovahiyê û mafên jinan şer kirin. Ev têkoşîn her wiha têkoşîna Elmanan e. Dagirkeriya Erdogan a li Efrînê bisekinînin û bikin ku çekên Elman ji Kurdistanê bên vekişandin." Dehm destnîşan kir ku Kurd ji bo demokrasiyê têdikoşin û ew bi taybetî heyranê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

BERLÎN: Ji bo piştevaniya Berxwedana Serdemê, çalakiyên li paytexta Elmanya Berlînê dewam dikin. Di roja sêyemîn a çalakiya konê berxwedana Efrînê de ku li ber avahiya Parlamenta Federal tê lidarxistin, belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.

KOLN: Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Breslaûerplatz a bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankarta bi Elmanî ya bi nivîsa "Li Efrînê mirovahî tê parastin" hate hildan. Li vir axaftin hate kirin û ji bo meşa 10'ê Sibatê roja Şemiyê ya li Kolnê banga tevlîbûnê hate kirin.

MUNCHEN: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munchen ê Elmanyayê dijîn, li Marîenplatzê konê agahdarkirinê vedan. Çalakî wê çar rojan bidome. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Bê Serok jiyan nabe" û "Elmanya destekê dide, Tirkiye bombeyan dibarîne" hatin qîrîn.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi banga KOMAW'ê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî meş û mîtîngek li dijî êrîşên dewleta Tirk hatin lidarxistin. Parlamenterê berê yê BDP'ê Ozdal Uçer jî li vir axivî û rewşa siyasî nirxand.

HAMBÛRG: Yek ji bajarên Elmanyayê ku her roj çalakî lê tê lidarxistin Hambûrg e. Navnîşana çalakiya vê carê, ber Konsolosxaneya Tirk bû. Komên şoreşger ên Tirkiyeyî û komên Elman ên Otonom jî piştgirî dan mîtînga Kurdistaniyan. Li vir daxuyanî hate dayin û hat ragihandin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdên li çar parçeyan li hev civiyane, lewma Erdogan wê ti carî bi ser nekeve.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, 'Platforma Êdî Bes e' çalakiyek organîze kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û saziyên dost jî peyam dan.

BREMEN: Bi pêşengiya KOMAW'ê li ber avahiya Parlamenta Eyaleta Bremenê ya Elmanyayê mîtîngek ji bo Efrînê hate lidarxistin. Di mîtîngê de ku saetekê dewam kir belavokên bi Kurdî û Elmanî hatin xwendin. Çalakgeran bal kişandin ser helwest durû ya dewletên Ewropayê li pêşberî êrîşên Erdogan û ji bo mîtînga 10'ê Sibatê û meşa dirêj a 14'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê ku bi rojane çalakî tê lidarxistin, duh jî Kurdistanî û dostên wan ji bo xwedî li Efrînê derkevin li ber avahiya parlamentê li hev civiyan. Di çalakiyê de li ser komkujiyên li Efrînê li sivîlan tên kirin belavok hatin belavkirin û bang li dewleta Fransayê hate kirin ku li dijî êrîşan helwestê nîşan bide.

MARÎGNAN: Kurdistaniyên li bajarê Marîgnan ê Fransayê dijîn bi pêşengiya Ciwanên Azad bi meşaleyan û alên YPG/YPJ'ê meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Kujer Erdogan" ên bi Fransî, Îngilîzî û Kurdî hatin hilgirtin. Bi navê Ciwanên Azad daxuyaniyek li vir hate dayin û hat gotin, "Her fîşek û bombeya li Efrînê tê teqandin sonda me ya ji bo tolhildanê mezin dike. Em ê li her cihê lê ne hesabê vê bipirsin."

ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan û berxwedana Efrînê silav kirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û di vê der barê de belavok hatin belavkirin.

DELEMONT: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Delemont ê Swîsreyê dijîn, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin name ji gelek saziyan re şandin. Her wiha li ber strasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" dewleta Tirk şermezar kirin. Name û dosyayên li ser Efrînê ji Parlamenta Ewropa, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ÛNÎCEF, Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê û Parlamenta Kanton Jûra re hatin şandin.

FRÎBOÛRG: Li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Bi qasî 150 ciwan ji ber strasyona trenê ya navendî yeta Place Georges-Python meşiyan.