Li Efrînê endamek ê Asayişê 20 roj in winda ye

Li Efrînê endamek ê Asayişê 20 roj in winda ye

Li Efrînê endamê Asayişê Silêman Hesen bi nasnavê Mazlûm, beriya 20 rojan ji mala xwe ya li navçeya Cindêris ya Efrînê derket û şûnde nezîvirî.

Piştî şer û pevçûnên li Sûriyeyê rû dan, bi hezaran windahî li Sûriyeyê çêbûn. Gelê kurd jî para xwe ji windahiyan girt û gelek mirovên kurd winda bûn.

Herî dawî li Navçeya Cindêris a Efrînê Ciwanê kurd Silêman Hesen bi nasnav Mazlûm ê ku di nava Asayişan de ciyê xwe digirt, beriya 20 rojan ji mala xwe ya li Navçeya Cindêris a Efrînê derket û şûnde nezîvirî. Tevî hemû hewldanên malbatê hîn Mazlûm nehatiye dîtin.

Bavê Mazlûm diyar kir ku kurê hatiye revandin û bang li her kesê ku tu agahiyan derbarê Mazlûm de, dizane wan li ser numareyên telefonê agahdar bikin.  Tel 05346649671- 0955735815

Silêman Hesen di sala 1990 li gundê Rotah ya navçeya Mabata ya Efrînê ji dayik bûye.