Li Rojavayê Kurdisatnê, li akademiya asayişan a Efrînê dewreya Şehîd Rizgar a ku 37 endamên ji Efrîn, Kobanê û Helebê cihê xwe têde digirtin bi dawî bû.
Di merasîmê de endamên ku nû tevlî asayişê bûne soz dan ku ewê şopa şehîdan bi israr bişopînin û soza tevlîbûnê xwarin. Piştre pawername ji aliyê berpirsyarên akademiyê li wan hate belavkirin.
Endamê akademiya asayişê Arşem Kurdman ji endamên nû re axivî û diyar kir ku armanca wan ji perwedeya asayişan ewe ku civakeke demokratîk avabikin û her kes gerek e asayişê wek nimûne ji xwe re bigre.
Dewreya ku bi dawî bû ya 3' emîn bû, endamên nû li ser siyaset û axlaqên asayişan hatin perwerdekirin.