Li Efrînê civîna nirxandina peyama Ocalan

Li Efrînê civîna nirxandina peyama Ocalan

Li Efrînê Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca nirxandina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin, geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civînek lidar xist.

Li Efrînê Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca nirxandina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin, geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û balkişand ser rewşa koçberên Helebê û geşedanên dawî li herêmê û bang li gelê Efrînê kir ku destê alîkariyê dirêjî koçberan bikin. Ehmed peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin şîrove kir û got: “Pêwîstiya gelên herêmê bi aştiyê heye, ji bo gelê kurd û gelên herêmê bigihîjin azadiya xwe pêwîste peyama Ocalan baş were fam kirin. “