Li Edîrne û Kocaeliyê êrîş û astenga li parlamenterên HDP'ê

Polîsên Tirk êrîş bire ser çalakiyan parlamenterên HDP'ê. HDP'yiyan bi paş ve gav neavêtin.

Di salvegera 2'yan de ya darbeya 4'ê Mijdarê ya bi ser hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenterên HDP'ê de, li ber Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê û ya Kandirayê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Parlamenterên  HDP'ê Zuleyha Gulum, Tuma Çelî û Zeynel Ozen, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş ku dixwestin li ber Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê daxuyaniya çapemeniyê bidin beriya ku nêzî girtîgehê bibin li têketa Saraykapiyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan gotin Walîtiya Edîrneyê daxuyaniya çapemeniyê qedexe kiriye û ew ê destûrê nedin. Li ser vê parlamenteran gotin, ''Ti hêla hiqûqî ya biryara we tine. Em wekîlên gel in û li kûderê bixwazin em dikarin daxuyaniyê bidin. Hûn nikarin bi yasayên wiha yên neyî, bi nehiqîqû me asteng bikin.''

'ÊRÎŞ BIRIN SER WEKÎLAN'

Polîsan HDP'yiyên ku dixwazin daxuyaniyê bidin û xebatkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin. Polîsan êrîş bire ser wekîl Gulum, Ozen, Çelîk û Baş. Polîsan hem ji bi fizîkî mudahele li wekîlan kirin û hem jî dijûn li wan kirin. Piştî ku wekîlan li ber xwe dan nekarîn pêşî li daxuyaniyê bigirin lê nehiştin ku çapemenî daxuyaniyê bişopînin.

Parlamenter Tuma Çelîk got, ''Êrîşa li ser me, bêdengkirina me nikare me bi paş ve bibe, hêzê dide me. Em soz didin hevalên xwe yên li zindanê, soz didin gelê xwe, ev têkoşîn wê bi ser bikeve.''

Serokê TÎP'ê Erkan Baş jî got, ''Tişta ku îro em jiyan nîşan dide ku 4'ê Mijdarê darbeyeke siyasî ye û nehiqûqî ye''.

'ÇI JÎ BIKIN'

Wekîl Zeynel Ozen jî got, ''Bi dehan wekîlên me girtin, şaredarên me girtin, ji 10 hezarî zêdetir endamêm rehîn in. Lê çi jî bikin, bi nêzîkatiyên xwe yên faşîst wê nikaribin bi me.''

'LI KANDIRAYÊ JÎ ASTENGA LI BER WEKÎLAN'

Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, wekîl Oya Ersoy û Omer Faruk Gergerlîoglu jî xwestin serdana wekîlên rehîn ên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kocaelî Kandirayê bikin. Daxwaza wekîlan ji hêla Wezareta Dadê ve nehate qebûlkirin. Hate diyarkini bi hinceta 'ewlehiyê' Wezareta Dadê ya Tirk nehiştiye ku serdana wekîlên rehîn bikin.

Wekîlan pankarta bi nivîsa ''Hûn dikarin rehîn bigirin lê hûn nikarin teslîm bigirin' vekirin û 5 kîlometre dûrî girtîgehê daxuyanî da.

'EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN'

Seroka Wekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî bal kişande ser zext û zordariyê yên li ser siyaseta Kurd, girtina wekîlên DEP'ê ya sala 1994'an, operasyona 2009'an a li ser partiya wan bi bîr xist û got wê demê 12 hezar endam û rêverên partiya wan hatin destgîrkirin û girtin û ev peyam da: ''Di salvegera vê operasyonê de em careke dî dubare dikin ku HDP bi paş ve wê gav neavêje''.