Li Edînbûrgê çalakiyên bênavber

Li paytexta Îskoçya Edînbûrgê, ji bo girtina hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş, hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel û 9 parlementeran çalakiya protestoyê hate lidarxistin.

Li ser banga Nûnertiya PYD’ê ya ÎSkoçya, Komeleya Pîr Sûltan Ebdal a Edînbûrg, Yekîtiya Malbatên Koçber a Ddînbûrg û Federasyoan Elewiyên Demokrat îro di saetên sibehê de nêzî 200 kesên ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a li Edînbûrgê kom bûn peyama “Em rê nadin faşîzma Erdogan” dan.

Çalakvanên ku pankartên bi nivîsa “AKP a faşîst dawî li qirkirinên siyasî bîne” û “ Vîna 20 milyon Kurd nas bike” vekirin, her wiha dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Diktator Erdogan”, “Diz,qatil Erdogan”, “HDP em in, em HDP ne” û “Kujer AKP a hevkarê DAIŞ’ê” qîr kirin.

Di çalakiya ku komên dij nîjatperest û sosyalîstên Îskoçî jî piştgirî kirin de, daxwaz hate kirin ku divê demildest HDP’yî bên berdan.

Çalakvanan di meşê de tim dirûşim, tilîlî û çepik lê dixistin, ji dikandarên derdor jî eleqeyek mezin dîtin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê di nava hefteyê de çalakî bê navber bên kirin, her wiha bang hate kirin ku beşdarî çalakiya ku roja Pênçşemê li pêşiya Parlementoya Îskoçyayê bê kirin.

 

...