Li Edeneyê zarokek hat girtin
Li Edeneyê zarokek hat girtin
Li Edeneyê zarokek hat girtin
Li Edeneyê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û 4 zarok binçav kirin. Ji zarokên hatin binçavkirin yek jê hat girtin.
Li Taxên 19 Mayis û Yunes Emre yên Yuregîra Edeneyê, serê sibehê polîsan û timên taybet bi ser gelek malan de girtin. Polîsan û tîmên tayet di serdegitinên malan de 4 zarokên bi navên O.B, N.T, Y.D û O.S. binçav kirin. 4 zarok bi îdîaya ku "Tevlî xwepêşandanên keleş(korsan)" bûne hatibûn binçavkirin, biribûn Midûryeta Polîsan a Edeneyê. Piştî kar û barê Midûryeta Polîsan, di saetên êvari de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî dozger îfadeya 4 kesan girt, kesên bi navê O.B, N.T, û O.S serbest berdan. Heyeta dadgehê jî der barê Y.D. de biryara girtinê da.