Li Edeneyê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Li Edeneyê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Girseya li Edeneyê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd şermezar kirin, rastî asteniya polîsan hatin. Piştî ku polîsan êrîşî girseyê kir, di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket.

Li taxên Gulbahçe, 19 Mayis, Hurriyet û Şakîrpaşa ên navçeyên Yuregîr û Seyhanê yên Edeneyê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê çalakî hatin lidarxistin. Ciwanên rê li trafîkê girtin ji bo PKK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slogan avêtin. Piştî demekê polîs hatin cihê bûyerê û êrîşî ciwanan kir.

Polîsan bi panzer, bombeyên gazê, ava şid û guleyê plastîk êrîşî ciwanan kir û ciwanan jî bi kevir, molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsan da. Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kir.