Li Edeneyê li dijî polîsan çalakiya bombeya bi deng

Li Edeneyê ciwanên ku bi armanca protestokirina êrîşên li ser HDP’ê daketin qadan, li dijî polîsan çalakiya bi bombeya deng li dar xistin.

Ciwanên ku li Taxên Daglioglû û Şairpaşayê ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê daketin qadan rêya giştî girtin û xwepêşandan li dar xistin. Polîs bi guleyên rastî êrîş bire ser ciwanên dirûşmên dilsoziya bi HDP, PKK’ê û Ocalan qîr dikirin. Li ser vê jî ciwanan bi bombeyên deng bersiv dan polîsan.

Li ser rêya Oca ya Taxa Ova ya taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek mezin pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê te ti kes ne mirine û ne jî jiyana xwe ji dest dane, polîsan piştî teqînê derdor bi ketober dan ber guleyên rast. Li aliyê din ciwan dîsa li ser rêya Bahçelîever a Taxa Doglîoglû ya girêdayî naçeya Seyhanê kom bûn û xwepêşandan li dar xistin. Polîsan bi guleyên rastî êrîşî ciwanên ku rê girtin kirin. Li ser vê yekê jî ciwanan bi bombeyên deng bersiv dan polîsan. Di navbera polîsan û ciwanan de navber navber aloziyên ku derketî dewam dike.