Li Edeneyê ji bo taxên Kurdan ‘cezayê otobusan’
Li Edeneyê ji bo taxên Kurdan ‘cezayê otobusan’
Li Edeneyê ji bo taxên Kurdan ‘cezayê otobusan’
Serokatiya Daîreya Çûnûhatinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi sedema "ewlekariyê" li 8 taxên ku bi piranî kurd lê dijîn bêdem seferên otobusan rawestand.
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê di 18'ê Mijdarê de dema komekê xwepêşandan li dar dixist, otobusa şaredariyê li zarokekî 6 salî yê bi navê Îbrahîm Taşkiran qelibî û jiyana xwe ji dest da, şoforê otobusê jî bi giranî birîndar bû. Ji ber vê yekê Serokatiya Daîreya Çûnûhatinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ji bo taxên wek Daglioglu, Gulbahçe, 19 Mayis, Anadolu, Levent, Kuçuk Dîkîlî, Denîzlî û Şakirpaşa seferên otobusan bêdem betal kir. Ji ber ewlekariyê ku tê gotin seferên otobusan ji bo wan taxan hatine rawestandin welatiyên nikarin biçin malên xwe nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Wezîfedarekî ji Serokatiya Daîreya Çûnûhatinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ku em lê geriyan got, "Ji ber ewlekariya canê şoforên me nîn e heta biryareke nû wê ji bo wan taxan sefer pêk neyên."