Li Edeneyê gel li ber xwe dide, polîs vedikişin
Polîsên Tirk ên li Edeneyê êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin, ji ber berxwedana gel vekişiyan. Polîsên Tirk careke din êrîş kirin û vê carê li bin guhê berxwedana bi pêşengiya jinan ketin.
Polîsên Tirk ên li Edeneyê êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin, ji ber berxwedana gel vekişiyan. Polîsên Tirk careke din êrîş kirin û vê carê li bin guhê berxwedana bi pêşengiya jinan ketin.
Gelê Edeneyê xwest Newrozê li Xaçerêya Karasû ya Taxa Daglioglû ya Edeneyê pîroz bike. Lê belê polîsan êrîş kirin. Bi hezaran kes bi qîrîna dirûşmeyan ketin qada Newrozê. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyan êrîşî komê kirin. Girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan û li ser vê yekê polîsan xwe vekişandin. Girseyê berxwedana xwe li hemû kolan û taxan belav kir. Girseya gel li tax û kolanan bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Her der Newroz her der berxwedan" qîriya. Di êrîşa polîsan de gelek ciwan û xwendekar hatin binçavkirin û birîndar bûn.
Li navçeya Ceyhanê jî girseyê xwest Newrozê pîroz bike, lê polîsan li vir jî êrîş kirin. Piştî êrîşa polîsan gel li nava taxan belav bû û li kolan û taxan pîrozbahî û berxwedanê dewam kir. Piştî polîs ji qada Newrozê vekişiyan, girse dîsa li qada Newrozê kom bû û dîsa dest bi pîrozbahiyê kir. Girseya gel li vê derê di nava dûxana bombeyên gazê govend gerand. Tevî hemû êrîşên polîsan li hemû tax û kolanan berxwedan didome. Hat zanîn ku polîsan di êrîşan de gelek bombeyên gazê avêt malan.
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê ji ber êrîşên zêde li avahiya Bajar civîn pêk anî û êrîşên polîsan ên li hemberî gel şermezar kir. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir, Wezîrê Karên Hundir û walîtiyê li hemû Tirkiyeyê Newroz qedexe kiriye û dixwazin Tirkiye bikin qada şer. Beştaş anî ziman, her sal Newroz bi hemû gelên Edeneyê di nava aştî û wekheviyê de tê pîrozkirin û gel îsal dîsa li gel hemû qedexeyan berê xwe da kolanan."
Beştaş da zanîn, ku tevî hemû astengiyan jî gel li taxa Firatê Newroz pîroz kir û bi heman rengî li Stenbol û hemû bajarên din jî pîroz dike.