Li Edeneyê êşkence li du girtiyan hat kirin
Hat îdiakirin ku bi hinceta çeka bêrûxset li ser xwe gerandine, polîsan telîs li serê Demhat Saglam û Hamza Şîşman kirine, li cihekî vala tazî kirine û êşkence lê kirine.
Hat îdiakirin ku bi hinceta çeka bêrûxset li ser xwe gerandine, polîsan telîs li serê Demhat Saglam û Hamza Şîşman kirine, li cihekî vala tazî kirine û êşkence lê kirine.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê têkildarî Demhat Saglam û Hamza Şîşman ku di 17’ê Mijdarê de bi hinceta çekên bêrûxset li ser xwe gerandine hatin binçavkirin û piştre jî êşkence lê hatibû kirin û girtin, li avahiya xwe daxuyanî da. Xizmên her du kesan jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş diyar kir ku di demên dawî de li bajarê wan bûyerên êşkence û miameleya xerab zêde bûne û wiha got: “Ji ber sûcên bi çekan tê kirin, Wezîrê Karên Hundir bi xwe ferman da ku kesên çekên bêrûxset pê re li gorî qanûna 6136 bên girtin. Divê pêşîlêgirtina sûcekî, li gorî qeydên hiqûqê be.”
Ataş, diyar kir ku ji bo kesên sûcên behsa xeberê kirin bibin îbret, tên girtin û mimaleyeke xerab lê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Ev yek ne li gorî rêgeza dewleta hiqûqê ye. Ji ber êşkence û miameleyên xerab ên bi heman hincetê tên kirin, gelek kes serîli komeleya me didin. Di serlêdanekê de îdiakirin ku polîsan di dema binçavkirinê de du kes birine cihekî vala, telîs li serê wan kirine, çek dane serê wan û hatine êşkencekirin. Li ser vê rewşa tirsnak, parêzerên komeleya me li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê serlêdana sûc kirin.”
Dayika Şîşman, Fadîme Şîşman da zanîn ku kurê wê bi îşkenceyê hatiye girtin û wiha derbirî: “Di nîva şevê de zarokên me tazî kirine, av lê kirine û îşkence kirine. Ez vê qebûl nakim. Bi kîjan mafî zarokê min êşkence dikin? Dixwazim kiryar bên cezakirin.”
Bavê Şîşman, Abdullah Şîşman jî têkildarî bûyerê ev agahî da: “Kurê min tevî hevalê xwe saet derdora 21.30’an derket. Li noqteya polîsan hatin sekinandin. Polîsan bi darê zorê çek dan zarokan. Zarok di wê nîvşevê de birin cihekî vala, êşkence lê kirin û gefên kuştinê lê xwarin. Dadgehê jî bi hinceta sûcê ‘bazirganiya çekên bêrûxset kirine’ ew girt.”
Parêzerê Saglam û Şîşman, Tugay Bek jî got ku polîsan telîs li serê her du miwekîlên wî kirine, birine cihekî vala, li wir tazî kirine û êşkence kirine. Bek, da zanîn ku li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê serlêdana sûc kirine, miwekîlan tiştên bi serê wan hatine di îfadeya xwe de gotine û divê dozgerî vê bûyerê zelal bike û polîsan ceza bike.