Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li Taxa Narlica Denîzlî ya Edeneyê di encama êrişên çekdari de bijîjkê bi navê Cengîz Unal û jina bi navê Semra Ok hat kuştin

Li Taxa Narlica Denîzlî ya Edeneyê di saetên şev de li ber nexweşxaneyê bijîjkê bi navê Cengîz Unal ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrişa çekdarî hat. Unal li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest da, 10 deqe pişre jî li kolana 56054'an de li malek de jina bi navê Semra Ok ya 33 salî jî bi çekê hat qetîlkirin. Polîsên ku hat cîhê bûyerê dest bi lêkolînê kir. Polîsan wek gumanbarê her dû bûyeran, di derbarê hevserê Ok Mehmet Metullah Ok de lêgerîn û girtin da dest pêkirin. Cenaze rakirin Saziya Tiba Edlî, xizmên Ok jî bi çavên kelû girî lêkolîna polîsan temaşekirin. 

Di der barê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike, polîsan diyar kir ku her du bûyer bi hevre girê daye.