Li Edeneyê dema destgîrkirina 12 kesî dirêj kirin

Dewleta Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî li Edeneyê dema destgîrkirina 12 kesên ji yên berî 3 rojan hatibûn destgîrkirin, 4 roj din dirêj kir.

Polîsan di 10'ê Tîrmehê de li Edenê û Mêrsînê avêtin ser gelek malan û 14 kes destgîrkiribûn. Ji kesên hatin destgîrkirin Ekrem Taşgir di 11'ê Tîrmehê de û Mecît Îrtan jî duh ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.

Dema destgîrkirina Sever Uzun, Zeynep Taşgir, Ekrem Taşgir, Azmi Îrtan, Mecit Îrtan, Abdulaziz Kandemir, Cengiz Atsiz, Ferda İldan, Pinar Altas, Umut Manap, Fazil Demirkiran û 3 kesên navê wan nehatin hînbûn ên li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" tên sûcdarkirin 4 rojên din hat dirêjkirin.

Ji bo dosyeya van kesan biryara "sînordarkirinê" hate dayîn.