Li Edeneyê 7 kes hatin girtin
Li Edeneyê 7 kesên sewqî dadgeha kirin bi hinceta tevlîbûna bûyerên civakî yên di navbera salên 2013-2016’an de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Li Edeneyê 7 kesên sewqî dadgeha kirin bi hinceta tevlîbûna bûyerên civakî yên di navbera salên 2013-2016’an de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edenyê ve hate birêvebirin, 6’ê Hezîranê di serdegirtinên malan de 10 kes hatibûn destgîrkirin. Her 10 kesên birin Şaxa Siyasî ya Midûryeta Emniyetê ya Edeneyê bi îdîaya dema ku zarok bûn tevlî bûyerên civakî yên li Edeneyê bûne, derbarê wan kar hatin kirin. Her 10 kesên ku xebatên derbarê wan hatin qedandin û şûnde sewqî Edliyeya Edenê kirin. Her 10 kes bi sûcê tevlî bûyerên civakî yên sala 2013-2016’an ên li Edeneyê bûne hatin sûcdarkirin. Dadgehê bi daxwaza girtinê ya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ her 10 kes sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kiri.
7 kesên ku karûbarên wan ên li dadgehê qediyan bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û 3 kesên din jî bi tedbîra ‘hebsa malê’ hatin berdan.